Serokê Parlamentoya Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş, bersiva banga serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel a ji bo hilbijartinên pêşwext da û tekez kir ku berpirsiyariya diyarkirina gavên pêş de li ser milên partiyên siyasî ye û dema ku şertên pêwîst pêk werin, dê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin.
Kûrtûlmûş di axaftina xwe de der barê gavên qanûnî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî nirxandin kirin.
Kûrtûlmûş: Biryar aîdî Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê ye
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş got ku li gorî Destûra Bingehîn û rêziknameya navxweyî, desthilata biryardanê aîdî Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê ye û wiha pê de çû:
"Dema ku şert û merc pêk werin, dê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin.
Lê biryar aîdî Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê ye.
Di vê mijarê de înîsiyatîfeke biçûk jî nedane Serokatiya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê.
Ez ji kesên ku vê yekê dibêjin re şîret dikim ku Destûra Bingehîn û rêziknameya navxweyî bixwînin."
Kûrtûlmûş, der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha anî ziman:
"Divê em di vê mijarê de zû tevbigerin. Lê ev lez û bez nayê wê wateyê ku em tiştan bê plan bikin.
Biryarek hatiye dayîn, nexşerêyek derketiye holê.
Berpirsiyariya diyarkirina gavên ku dê werin avêtin, li ser milên partiyên siyasî ye ku di Meclisa Mezin a Neteweyî de tên temsîlkirin.
Em bi dil û can hêvî dikin ku ev pêvajo demildest temam bibe. Hêviya me ya herî bingehîn ew e ku rêxistin berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne û pêvajoya bêçekkirinê bileztir bike."