Derbarê hûrguliyên kuştina van 9 kesan de SOHR’ê ev agahî dan:
“Di encama pevçûna li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, welatiyek û çeteyekî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hatin kuştin.
Her wiha li bajarê Hums, Heleb û gundewarê Dêrazorê 5 kes bi guleyan hatin kuştin.
Li rojhilatê Dêrazorê ciwanek dema ku çek di destê wî de bû qeza kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Ciwanekî ji taxa Kerim El Loz a ji bajarê Humsê, di girtîgeha Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.”
SOHR´ê diyar kir ku ji destpêka salê heta niha 59 kes di girtîgehên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de ji ber eşkenceyê hatine kuştin ku piraniya wan ji parêzgeha Humsê ne.