Şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)-Îsraîl û Îranê di roja 16'emîn de ye.
Rageşiya li herêmê bilind dibe.
Ji nuqteyên cuda yên Rojhilata Navîn agahiyên li ser êrîşan û êrîşên dijber tên.
Êrîşên hewayî yên Îranê, li ser Herêma Başûrê Kurdistan û Îraqê didomin.
Baregehên Heşdî Şebî hatin bombebarankirin
Bi rêya balafirên bêmirov sê caran baregehên Heşdî Şebî (Tirkmenî) li sînorê navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê hatin hedefgirtin.
Ji saetên îro êvarê ve, sê caran bi rêya balafirên bêmirov baregehên Lîwaya 52 ya Heşdî Şebî (Tirkmenî) ya di navbera navçeya Xurmatû û bajarokê Silêman Beg de hatin bombebarankirin.
Li gor agahiyên destpêkê, bombebaran bi rêya balafirên bêmirov hatine kirin û di encama êrîşan de kuştî û birîndar çêbûne.
Êrîşên hewayî yên li ser Hewlêrê berdewamin
Berî çend kêliyan du caran êrîşî Refîneya Lanaz ya navçeya Xebat ya Hewlêrê jî hate kirin.
Heta niha têkildarî ziyanan tu agahî nehatine girtin.
Hate ragihandin ku nayê zanîn êrîş bi dronan yan jî muşekan pêk hatiye.
Rojên borî jî çend caran êrîşî heman cihî hatibû kirin.
Bexdayê jî bû hedefa êrîşên Îranê
Li Bexdayê bi mûşekan êrîşî avahiya Kenala Îtîcayê hate kirin.
Hate ragihandin ku li paytexta Îraq Bexdayê bi muşekan êrîşî avahiya Televîzyona Îtîca ya ser bi Îranê hatiye kirin.
Kanala Îtîca ji aliyê Ketîbeya Hîzbûlahê ve tê piştgirîkirin.
Ji sala 2012’an ve weşanê dike. Bi zimanê Îngilîzî weşanê dike û navenda wê li Beyrûtê bû.
Berî niha sala 2018’an ji ber krîzên aborî weşana wê hatibû sekinandin û piştre careke din dest bi weşana xwe kir û navenda xwe anîbû Bexdayê û raste rast ji Tehranê tê birêvebirin.