Li navçeyên Qoser, Stewr, Rişmîl û Artukluyê ji ber barîna zêde avên gelek rûbaran rabûn û hem li navenda bajar hem jî li gundan gelek mal di bin avê de man.
Li gundên Xerabburka û Emrûdê yên navçeya Qoserê, ava rûbar rabû û gelek malên gundiyan di bin avê de man.
Sûlava Emrûdê jî piştî barînan mîna heriyê diherike. Li navenda navçeyê jî Rûbarê Zerganê rabû û ava rûbar li hin cihan heta nîva taxan çû.
Li navçeyên Stewr û Artukluyê jî avên rûbaran rabûn û gelek zevî di bin avê de man.
Li navçeya Rişmilê jî ji ber barînan Rûbarê Ricleyê ku 12 sal bû nediherikî jî rabû. Ji ber rabûna ava rûbarî gelek zevî û gund di bin avê de man.
Barîna baranê ya li bajar didome.