Festîvala 18`emîn a Tirî û Hingiv li Dihokê dest pê kir

Li Dihokê Festîvala 18`emîn a Tirî û Hingiv dest pê kir û wê 2 rojan dewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî festîvala Tirî û Hingiv vekir.

Di vê festîvalê de ku wê 2 rojan berdewam bike, nêzî 50 cotkarên Kurdistanê, berhemên xwe pêşkêş dikin.

 

 Birêvebirê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl destnîşan kir ku îsal wan  60 ton tirî û 127 ton hingiv bi dest xist.

 

Ehmed Cemîl diyar kir ku kêmbûna berbiçav a berhema hingiv îsal ji ber ziwabûnê ye û ji 300 tonan daketiye 127 tonan.

 

Di festîvalê de, ne tenê tirî û hingiv têne dîtin, lê belê hemû berhemên din ên xwemalî û berhemên ajaldariyê jî cih digirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye