Tirkiyê dîsa gef li QSD'ê xwar

Tirkiyê bi daxuyaniyên ku ev demeke dirêje dide, ji bo zextê li QSD'ê bike çi ji destê wî tê dike. Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi daxuyaniya ku belav kir, dîsa gef li QSD'ê xwar. Wezaretê der barê entesrasyona QSD'ê de ragihand ku eger hikûmeta Sûriyê ji bo yekîtiyê gav biavêje, ew ê piştgiriyê bidin wê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê li ser hevdîtinên der barê entegrasyonê de yên di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku eger hikûmeta Sûriyê ji bo yekîtiyê gav biavêje, ew ê piştgiriyê bidin wê.

"Şam gav biavêje em ê piştevaniyê bikin"

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser prensîba "Yek dewlet, yek artêş" û wiha got:

"Em bi hikûmeta Sûriyê re di çarçoveya prensîba 'Yek dewlet, yek artêş' de hevkariya nêzîk didomînin û pêvajoya entegrasyonê ji nêzîk ve dişopînin.

Eger Şam gav biavêje em ê piştevaniyê bikin.

"Eger hikûmeta Sûriyê ji bo yekîtî û yekparçeya xwe biryara wergirtina înîsiyatîfekê bide, Tirkiye dê piştgiriyê bide wê."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye