Sibê roja yekem a Cejna Qurbanê ya civaka Îslamî ye.
Ji bo vê rojê gelek siyasetmedar bi daxuyaniyên cuda ev roj pîroz kirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşandin.
Di destpêka peyamê de wiha hate gotin:
"Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê bibe sedema destpêkirina serdemeke wisa ku tê de jiyana demokratîk a ku herî zêde pêwîstiya me pê heye xurt bibe, hiqûq û edaletê belav bike, azadî serdest bibe û nan bi awayekî dadperwer û wekhev bê biparvekirin."
Hevserokên DEM Partiyê gotin, di van rojên dîrokî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, tiştê herî bi xêr ji bo Tirkiye û Rojhilata Navînê pêkanîna demokrasiyeke xurt û aştiyeke birûmet e
Peyama DEM Partiyê bi vî rengî berdewam kir:
"Bi hêviya gihîştina rojên ku hemû astengî li pêşiya siyaseta demokratîk rabin û li ser bingeha hemwelatiya wekhev siberojeke azad û aştiyane bê avakirin.
Em ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina siberojeke hevpar û civakeke demokratîk bidomînin.
Em Cejna Qurbanê li hemû gelên xwe pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka jiyaneke nû ku di tê de edalet, wekhevî, demokrasî û azadî serdest be."
Erdogan: Em ê pêvajoyê bigihînin encamekê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi boneya Cejna Qurbanê peyameke bi dîmen weşand.
Tayyip Erdogan pîrozbahî li gel kir û der barê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de jî ev peyam da:
"Piştî ku toza li derdora me belav bû, bi îzna Xwedê, Tirkiye dê bibe yek ji stêrkên geş ên serdema nû.
Em ji bo vê yekê her tiştê pêwîst dikin.
Pêvajoya 'Tirkiyeya Bê Teror' ku nirxê wê yê stratejîk ji bo pêşeroja welatê me û aramiya herêma me di van rojan de çêtir tê famkirin, yek ji van tiştan e."
Erdogan axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Em vê pêvajoya dîrokî, ku alîkariya xurtkirina aştî û ewlehiyê di nav sînorên me de û têkbirina lîstikên emperyalîst ên li derveyî sînorên me dike, bi baldarî, aqilê hevpar û dilsoziyeke mezin ber bi armanca xwe ve dimeşînin.
Biryardariya me ya ji bo rizgarkirina neteweya me ji vê karesatê, ku bi tena serê xwe ji hêla aboriyê ve zêdetirî 2 trîlyon dolar zirar daye Tirkiyê, bê şik û guman e.
Em bi îsrar û lez di rêya xwe de berdewam dikin."