Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî îro 30`ê tebaxa sala 2026`an, pêşwazî li Rêvebera Dosyeya Îraqê li Encûmena Atlantîkê Victoria Taylor kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di civînê de guftûgo li ser guhertin, pêşhat û hevkêşeyên siyasî yên navçeyê hatin kirin, her wiha ronî û baldarî hate xistin ser têkiliyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal.
Her wiha nirxandina pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û gotûbêjkirina hewledanên bi armanca çareserkirina pirsgirêk û astengan, mijareke din a sereke ya vê civînê bû.