Ji ber gendeliyê stadyuma Kerkûkê nehatiye nûjenkirn

Ji bo nûjenkirina Stadyuma Navdewletî ya Kerkûkê, 30 milyar dînar hatine xerckirin. Lê heta niha ew Stadyum nehatiye nûjenkirin û 24 hezar kursiyên stadyumê hatine şkandin. Niha jî ew bûye yek ji mezintirîn dosyeyên gendeliyê li Kerkûk û Îraqê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Projeya nûjenkirina Stadyuma Navdewletî ya Kerkûkê, dîroka wê vedigere serdema rêjîma berê ya Sedam Husên.

Di 10 salan de 30 milyar dînar ji bo stadyuma Kerkûkê hatine xerckirin

Piştî 10 salan ji karkirinê û xerckirina 30 milyar dînaran, ne tenê nehatiye temamkirin, lê bûye yek ji mezintirîn dosyeyên gendeliyê li Kerkûk û Îraqê.

Rewşa stadyumê di asteke gelekî xirab de ye û 24 hezar kursiyên wê hatine şikandin.

24 hezar kursiyên stadyuma Kerkûkê hatine şkandin

Bi vî rengî, li şûna ku bibe navendeke werzîşî, bi temamî bûye hewş û penageha kûçikên beredayî.

Der barê vê projeyê de serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê, Mihemed Hafiz, ragihand ku ev proje yek ji dosyeyên herî mezin ên gendeliyê ye.

Mihemed Hafiz eşkere kir ku bi hevahengiya digel Desteya Destpakiyê, ew ê tevahiya belgeyan radestî serokwezîrê Îraqê bikin, da ku kesên gendel bên cezakirin.

Hafiz her wiha da zanîn ku ji bo temamkirina karên stadyumê, pêwîstiya wan bi 6 heta 7 milyar dînarên din heye.

Lê belê hikûmeta Îraqê ji ber qebareya mezin a gendeliyê, red dike ku ti pereyên din ji bo vê mebestê terxan bike.

Ji aliyekî din ve, serokê Komîteya Olompî ya Kerkûkê, Newzad Qadir, qebareya vê gendeliyê eşkere kir û ev got:

Ew pereyên ku ji bo nûjenkirina vê stadyumê hatine xerckirin, dikarîbûn bi wan 3 stadyumên nûjen û navdewletî bihatana avakirin.

Serokê Komîteya Olompî da xuyakirin ku xwediyê kompanyaya ku kar di projeyê de kiriye, ji ber binpêkirin û gendeliyê fermana girtina wî derketiye û niha reviyaye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye