Îşev li Parka Ehmed Arîf navçeya Peyasê ya Amedê, Newroz hat pîrozkirin.
Newroz bi pêşengiya DEM Partiyê ya navçeya Peyasê li Parka Ehmed Arîf a bajêr, hat pîrozkirin.
Şêniyên navçeyê, rêveber û endamên DEM Partîyê tevlî pîrozbahiyê bûn.
Girseyê bi yek dengî sirûda "Çerxe Şoreşê" xwend.
Newroza Kabê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hate pîrozkirin
Her wiha li taxa Kabê ya navçeya Sûrê ya Amedê, bi girseyî Newroz hate pîrozkirin.
Gelê Kabê Cejna Newrozê bi coş û kelecanî pîroz kir.
Parlamenterê Amedê Serhat Eren, Hevserokên DEM Partiyê û DBP'ê yên Amedê, Hevşaredarên Sûrê, Çalakvanê TJA'yê û bi sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Girseya ku agirê Newroz pêxist, li ber agir govend gerand.
Li taxa Gaziyê ya Stanbolê pîrozbahiya Newrozê
Li bajarê Stanbolê jî, her şev li navçeyeke cuda Newroz tê pîrozkirin.
Îro jî Rêxistina DEM Partiyê ya Stanbolê li Taxa Gaziyê ya navçeya Sultanbeyliyê, bi girseyî û coş Newroz pîroz kir.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stanbolê Arîfe Çinar, Hevserokên DEM Partiyê yên navçeya Sultanbeylî, Rêveberên saziyên civakî û partiyên siyasî û gelek welatî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Gel bi meşaleyan ket qada Newrozê.
Di şahiyê de, Hevseroka DEM Partiyê ya Stanbolê Arîfe Çinar axivî.
Arîfe Çinar Newroza gel pîroz kir û wiha got:
"Newroza îsal gelekî girîng e.
Newroza îsal dê bibe sedema azadiyê. Ji bona wê divê tevahî gelê me tevlî Newrozê bibe."
Piştre, gel bi dirûşmeya "Bijî Newroz" agirê Newrozê pêxist û li dora agirê Newrozê govend gerand.