Ev demeke zimanê daxuyaniyên Hakan Fîdan ê di derbarê QSD'ê de her dibe rojev û rastî bertekan tê.
Hakan Fîdan roja berê di hevpeyvîna xwe ya bi TRT'ê re li ser peymana 10'ê Adarê axivî.
Hakan Fîdan: Divê QSD fêm bike ku sebra aktorên peywendîdar diqede
Fîdan di nirxandinê xwe de gef li QSDê xwar û got:
“Em hêvîdikin ku danûstandin bi rêbazên aştiyane pêşve biçin.
Lêbelê, divê QSD fêm bike ku sebra aktorên peywendîdar diqede."
Ensarîoglu: Kî wisa tevbigere an îstifa dike an jî ji wezîfeyê tê dûrxistin
Parlementerê AK Partî yê Amedê Galîp Ensarîoglu jî di bernameyek televîzyonê de, di derbarê ziman û van nêrînên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan de nirxandin kir û bertek nîşan da.
Galîp Ensarîoglu destnîşan kir ku daxuyaniyên Hakan Fidan ê di derbarê siyaseta Sûriyê de hin tundî dihewînin û got:
"Îfadeyên ku bi tevahî rihê demê nîşan nadin bi kar anîne.
Ez vê yekê wekî nêrîna xwe ya şexsî diyar dikim.
Lêbelê, di dawiyê de, Serokkomar siyaseta dawî diyar dike û gotina dawî ew dibêje."
Ensarîoglu bi bîr xist ku pêvajoyek heye û xebatek li parlamentoyê tê meşandin û wiha lê zêde kir:
"Şêwaza Wezîrê Karên Derve ne li gorî vê ye.
Di sîstema me ya serokatiyê de, îradeya ku siyasetê diyar dike îradeya Serokkomar e.
Her kesê ku li dijî îradeya Serokkomar tevbigere, an îstifa dike an jî ji wezîfeyê tê dûrxistin."
Çandar: Eyarekê bidin zimanê Hakan Fîdan
Beriya çend rojan, parlementerê DEM Partî yê Amedê Cengîz Çandar jî zimanê bi gef ê Hakan Fîdan rexne kir û bang li Erdogan kir ku eyarekê bidin zimanê Hakan Fîdan.