Li gelek navendan ji bo şermezarkirina Komployê çalakî hatin lidarxistin

Li Tebqa, Reqa, Şengal û Rûsyayê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê çalakiyek li bajarê Tebqayê li dar xist.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, rûspî, serokeşîr û oldar beşdarî çalakiyê bûn.

Şêniyên kantona Reqayê jî bi meşekê girseyî Komploya Navneteweyî şermezar kirin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ehmed El Xidir di çalakiyê de axivî.

Ehmed El Xidir diyar kir ku revandina Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkence û qirkirinê ya girtîgeha Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî û peymanên Ewropayê yên mafên mirovan e.

 

"Dîlgirtina Rêberê me, dîlgirtina hemû gelê me ye"

 

Li bajarê Mîçûrînsk ê herêma Tambovê ya Rûsyayê jî gel ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî civînek li dar xist.

Hevserokê Meclisa Gel a Bajarê Mîçûrînskê Mazlûm Serdar di civînê de axivî û got:

"Em komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmehê de li dijî Rêber Apo û bi giştî li dijî gelê Kurd hate destpêkirin bi tundî şermezar dikin. ji ber ku dîlgirtina Rêberê me, dîlgirtina hemû gelê me ye.

Di civînê de her wiha berpirsyarên herêmê jî amade bûn û komplo bi tundî şermezar kirin.

 

"Têkoşîn were mezinkirin dê komplo bi temamî têk biçe"

 

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî komploya 9’ê Cotmehê gel daketin qadan.

Girse Li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ daxuyanî hatin dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo,bi zimanê Kurdî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Şemo balkişand ser armanca komployê û diyarkir ku eger têkoşîn were mezinkirin dibe komplo bi temamî têk biçe û got: “Her çiqas ev komplo zirerên mezin dabin jî, bi saya berxwedana Rêber Apo û gel komplo negihîşt armanca xwe."

Çalakî bi dirûşmeyên, ‘‘Bijî Rêber Apo’’ û ‘‘Bijî berxwedana Şengal û Rojava’’ bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24