Komploya navneteweyî ya 9'ê cotmehê li Cenevreyê hat şermezarkirin

Li bajarê Cenevreyê li dijî Komploya Navneteweyî a 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî(NY) çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê YJK-S Antina Martîn axivî û da zanîn ku Azadiya Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja azad a gelên herêmê jî neçarî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navnetewî pêk hat. Dewleta Tirk, hin dewletên Ewrûpa û hêzên herêmî jî di komployê de cihê xwe girtin. Di encama vê komployê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin û radestî Tirkîyeyê hat kirin.

Li bajarê Cenevreyê li pêşiya Ofîsa NY bi pêşengtiya YJK-S'ê li dijî Komploya Navneteweyî çalakî hat lidarxistin.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê YJK-S'ê Antina Martîn daxuyanî bi zimanê Fransî xwend.

 

"Azadiya Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja azad a gelên herêmê jî neçarî ye"

 

Di daxuyaniyê de Antina Martîn bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û got: "Mifteya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn, bi Azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja azad a gelên herêmê jî neçarî ye."

Her wiha jinan piştgirîya xwe ji bo kampanyaya "I Want to Visit Ocalan " "Ez Dixwazim Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re Bikim" ku ji aliyê Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) hatibû destpêkirin, ragihandin.

Li ser navê Komîteyê Nejdet Atalay diyarkir ku çalakiyên nobetê yên li Cenevre û Strasbourgê dewam dike û got:

"Îro gelê me li seranserê Ewropayê û li çar parçeyên Kurdistanê, ji bo azadiya Rêber Apo li qadan e û em ê têkokşînê bi vê baweriyê re mezin bikin û  bikaranîna hemû mafên xwe yên demokratîk re Rêbertiya xwe azad bikin."

 

Selma Surer: Me dosya radestî rayedarên NY’ê kirîye

 

Di dawîyê de berdevka YJK-S’ê Selma Surer ragihand ku ew xwedî li kampanyayê derdikevin û wan wekî 6 meclîs, 5 komun û 3 însîyatîf, dosyayên ku sedemên kampanyaya ‘Ez dixwazim hevdîtinê bi Rêber Apo re bikim’ di nav de bû, radestî rayedarên NY’ê kirine.

 

"Ev ne tenê serdaneke, îfadeya lêgerîna mirovahiyê ya aştî û edaletê ye.”

 

Selma Surer êrîşên hikûmeta Veguhêz a di 6’ê Cotmehê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi bîr xist û destnîşan kir ku bi van êrîşan wê nikaribin îradeya gelê Kurd bişkînin û ew ê wek jin û dayikên Kurd têkoşîna xwe di her şert û mercî de bidomînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24