Dengê teqînan li Rojhilatê kurdistanê tê bihîstin

Piştî armancgirtina Paytexta Îranê Tehran, dengên teqînan li Rojhilatê Kurdistanê jî hat bihîstin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ragihandina Îranî dibêje ku dengê teqînan li Esfehan, Qum, Loristan, Kirmaşan, Kerec û Tebrîzê hatiye bihîstin.

Radyoya Îsraîlê jî ragihand ku ev "derbe, rêjîm û navendên leşkerî yên Îranê armanc digire."

Di heman çarçoveyê de berpirsekî Îranî ji Reuters re destnîşan kir ku çend wezaret li başûrê Tehranê hatine armancgirtin.

Di heman demê de, televizyonên Îranî ragihandin ku hemû nexweşxaneyên Îranê di rewşa awarte de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye