Karbidestekî roja şemiyê ji Reutersê re got ku Elî Xameneyî niha ne li Tehranê ye û ji bo cihekî ewle hatiye veguhastin.
Îsraîlê, vê sibehê ragihand ku wan êrîşeke pêşîlêgirtî li ser Îranê daye destpêkirin.
Li aliyê din, hat gotin ku balafirgeha Îranê û navendên kesayetên payebilind ên Îranî hatine armancgirtin.
Di êrîşên berê de jî Îsraîl kesayetên payebilind ên di artêşê de kiribûn armanc.