Têkiliya di navbera Hikûmeta veguhêz a Sûriyê û Tirkiyê de derbasî qonaxeke nû dibe, taybet piştî ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyê (TSK) ragihand ku "xwendekarên Sûrî li Tirkiyê dest bi perwerdehiya leşkerî dikin."
Berdevkê Wezaretê Tum-amîral Zeki Akturk duh di civîna çapemeniyê ya heftane de got: "49 xwendekarên Sûrî dê ji 31'ê Cotmehê pê ve dest bi perwerdehiya xwe li akademiyên bejayî, deryayî û leşkerî bikin."
Akturk tekez kir ku ji 29 welatan bi tevahî 696 xwendekarên akademiya leşkerî û 241 xwendekarên dibistana pîşeyî ya astsubay li Tirkiyê perwerdehiyê dibînin.
her wiha ragihand ku leşkerên Sûriyê li Tirkiyê bi karanîna baregeh û herêmên perwerdehiyê yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) dest bi perwerdehiya leşkerî kirine.
Tirkiyê di 13ê Tebaxê de bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re "Rêziknameya Têgihîştinê li ser Perwerde û Şêwirmendiya Hevbeş" îmze kir.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di nîvê tîrmehê de, di daxuyaniya xwe de gotibû ku hikûmeta Sûriyê "ji bo xurtkirina şiyanên parastinê û şerê li dijî terorîzmê, bi taybetî rêxistina DAIŞê", daxwazek fermî pêşkêşî Enqerayê kiriye.
Di gavekê de ku pirsên berfireh li ser armancên rastîn derdixe holê, pirsa herî zêde ku tê pirsîn, ev e: Gelo ev perwerdeyên li ber çavan, destwerdaneke nû ye di Sûriyê de ye yan na?