"Ev 27 sal in Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebite"

Di 8’ê Mijdara 2025’an de, mîtengek mezin bi navê “Meşa Azadiyê ji bo Ocalan”, wê li bajarê Koln ê Almanya, were lidarxistin. Konseya Rêveber a Kongereya Netewî ya Kurdistanê(KNK’ê) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) daxuyanî dan û banga tevlbûna meşê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev nêzî sê salin ku meş û mîtîng li seranserî Cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin.

Di daxuyaniyê de, KNKê balkîşand ser keda Rêberê Gelê Kurd û tecrîda giran ya ku dewleta Tirk li ser dimeşînin.

Birêz Abdullah Ocalan ev 27 salin li girava Îmraliyê dîlgirtî ye û di bin tecrîdekî girankirî de ye. Di vê rewşa dîlgirtî û tecrîdê de, hem li ber xwe dide, hem bi fikr û ramana xwe xizmeta Şoreşa Kurdostanê dike, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebite.

KNK: Azadiya Rêber Ocalan çareseriya birsgirêka Kurd e

KNKê tekez kir ku azadiya Rêber Ocalan ne mijarekî şexsî ye, lê belê bi pirsgrêka Kurd re, girêdayî ye.

Divê azadiya Birêz Ocalan, weke azadiya şexsekî neyê destgirtin. Azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsa Kurd bi hev ve girêdayî ye û yanî azadiya giştî ye.

Her çalakiyek ji bo azadiya Birêz Ocalan, di heman demê de parçeyek kar û xebata çareseriya pirsa Kurd e.

KNK ê: Divê Rêber Ocalan bikare serbest tevbigere

Kongereya Netewî ya Kurdistanê destnîşan kir ku divê Rêber Ocalan bikare serbest tevbigere û bixebite, da ku bikare Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne.

Ji xwe beriya salekî Devlet Bahçelî got bila bê Parlamentoya Tirkiyê û di parlamentoyê da biaxive.

KNK`ê banga tevlibûna meş û mîtînga 8 mîjdarê kir

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku KNK, meşa 8’ê Mijdarê, weke parçeyekî ji karê xwe ya girîng dibîne.

Bi vê munasebetê em bang li Kurdên Ewropa û dostên Kurdan dikin ku bi coşeke mezin beşdarî vê meş û mîtîngê bibin û banga azadiyê bilind bikin.

Em roja 8’ê Mijdarê li bajarê Kolnê ne, em hêviya hemû dost û hevalan e.

Bi hêviya meş û mîtîngeke gelek mezin û bi hêviya hevdîtinek coş, geş û xweş.”

KCDK-E: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan gihîşt asteke gerdûnî

Di heman mijarê de, Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) jî, daxuyaniyek sernavê “Dawî ji sîstema tecrîdê ya 27 salan re! Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re!” da.

Di daxuyaniyê de, KCDK-E da xuyakirin ku bandor û ramanên Rêber Abdullah Ocalan gihîştin asteke gerdûnî.

Li gelek cihên cîhanê gelan ev raman wekî çavkaniya îlhamê ji bo mezinkirina têkoşîna xwe bi kar tînin. Rojhilata Navîn, Amerîkaya Latîn, Ewropa, Kanada, Awustralya û gelek cihên din ên cîhanê li dora van ramanan dicivin.

"KCDK-E bang li hemû beşên civakê kir  ku tevlî vê pêvajoyê bibin"

KCDK-E bang li hemû beşên civakê, federasyon, meclîs û saziyan kir ku tevlî vê pêvajoyê bibin.

Ji çar parçeyan gelê me, bi taybetî jin û ciwan, dostên enternasyonalîst, şoreşger û demokratên Tirkiyeyî, çalakvanên jîngehê, hemû kesên ji bo têkoşîna aşitî û azadiyê ne, em bangî we dikin.

Ji bo meşên ku li Başûrê Fransayê, Awusturya, Kanada, Îngilîstan, Avusturalya, Îtalya, Yewnanistan û welatên Skandînavyayê bên lidarxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye