Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di 26'ê Cotmehê de li Qendîlê bi daxuyaniyeke dîrokî ragihand ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan , wan dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Tirkiyê kirine.
Nivîskar Veysel Avcı di derbarê pêvajoya vekşînê de ev nirxandin kir:
Divê ev yek wek encama hevdîtinên bi dewletê re, yên di girêdanê bi vekişînên berê re, bê nirxandin.
Pêvajoya aştiyê bi erênî pêş ve biçe, êdî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê dewletê û baskê desthilatdariyê.”
“Divê dewlet vê gavê rast binirxîne”
Veysel Avcı destnîşan kir ku ev gava dîrokî bi wateyekê dibêje ku ew tedbîrên heyî yên li hemberî dewletê jî radike.
Avcı axaftina xwe xwe wiha domand:
“Divê dewlet vê gavê rast binirxîne.
Vekişîn tê wateya pabendbûna bi sozên hatine dayîn û gav bi gav wan bixe pratîkê.
Heta niha dewletê li di beramberî vê yekê salek e gavek neavêtiye.
Di vî warî de divê tenê ji dewletê hesap neyê pirsîn.
Hemû kesên beşdarî komîsyonê bûne û partiyên siyasî di vî warî de berpirsyar in.
Bi taybetî berpirsiyariya herî mezin a MHP’ê ye. MHP, di vê mijarê de tenê bi daxuyaniyan di nava pêvajoyê de dimîne.”
“Divê dewlet gavên xwe yên hiqûqî bavêje”
Avcı anî ziman ku ji roja destpêkirina pêvajoyê ve, tevgera siyasî ya Kurd di avakirina aşitî û civaka demokratîk de gelek bi îsrar bûye.
Tevgera siyasî ya Kurd, bi gavên xwe yên şênber dibêje rêyên çareseriya demokratîk hene.
Nivîskar Veysel Avcı axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Divê komîsyona Meclîsê demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.
Divê dewlet jî gavên xwe yên hiqûqî bavêje.
Divê rêziknameyên hiqûqî yên ku tevahiya civakê îqna bikin bêne kirin.”
Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê baver mizrak xalên hiqûqî parvekir
Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Baver Mizrak jî diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de tiştê herî lezgîn ku were kirin qanûna entegrasyonê ye û komîsyona wan hin xalên hiqûqî diyar kirine ji wan:
Guhertinên li Qanûna Înfazê di çarçoveya Qanûna Dijterorê de.
Perwerdehiya bi zimanê dayikê û pênaseya hemwelatîbûnê.
Xurtkirina rêveberiyên herêmî, kuştinên kiryar nediyar, windakirinên bi darê zorê, demborî di dozên civakî de.
Rêziknameyên der barê vegera navên li Kurdistanê.
Qanûna Hilbijartinê, Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûna Komeleyan.
Pêşniyazên der barê mafên jin û zarokan de.
Lêkolîna Ekolojiyê û pêşniyaz.