Li bajarê Hessisch Oldendorfê ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Hannoverê yê Almanyayê, bûyereke tundûtûjiyê rû da. Polîsên herêma Hamelnê ragihandin ku wan agahî girtine ku li kolana "Rittergutstrasse" şerekî giran qewimiye ku tê de çek û kêr hatine bikar bînin û hinek kes jî bi wesayîtan hatine pelçiqandin.
Dema ku hêzên ewlehiyê gihîştin cîhê bûyerê, 7 kesên ku bi giranî birîndar bibûn dîtin. Tîmên tenduristiyê destwerdana pêşîn li cihê bûyerê kirin û paşê birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Li gorî agahiyên polîsan, gumanbar berî ku polîs bigihîjin cîhê bûyerê reviyabûn; lê belê di encama operasyonên lêgerînê de, hêzên ewlehiyê karîn du gumanbaran li nêzî herêmê bigirin û bixin bin çavan. Polîsan destnîşan kir ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku di navbera aliyên şer de pêwendiyek heye û tu metirsî li ser ewlehiya giştî ya şêniyên bajêr nîne.
Niha lêkolînên berfireh li ser hûrgiliyan û sedema qewimîna vê rûdanê berdewam dikin, û ji bo parastina ewlehiyê tîmên polîsan li derdora nexweşxaneya Hamelnê hatine belavkirin.