Rayedarên Amerîkî ragihandin ku di êrîşeke çekdarî de li bajarê Austin ê Teksasê 3 kes hatine kuştin.
Di encama êrîşê de 3 kes mirin û 14 kes birîndar bûn
Her wiha 14 kesên din jî birîndar bûne.
Karbidestekî hêzên ewlehiyê ji Associated Press re got ku çekdar cilekî bi dîzayna ala Îranê li xwe kiribû.
Li gorî heman rayedar û kesekî din ê ku bi lêpirsînê re agahdar e, navê êrîşkar Ndiaga Diagne ku ew bi xwe 53 salî ye.
Li gorî çend kesên ku di derbarê lêpirsînê de agahdar bûne, Diagne bi eslê xwe Senegalî bû.
Yek ji wan ji Associated Press re got ku ew di sala 2006´an de hatiye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û paşê hemwelatîbûna Amerîkayê wergirtiye.
Polîs got ku efserên wan ên li Austinê, çekdar gulebaran kirine û kuştine û dest nîşan kirin ku wî di êrîşê de çek û tifingek bi kar aniye.
Ev êrîş, rojekê piştî êrîşa Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li ser Îranê qewimî.
Navçeya şahiyê ya şeşemîn a Austin, ku gelek bar û klûbên muzîkê lê hene û tenê çend kîlometreyan dûrî Zanîngeha Teksasê ye, di pênc salên borî de herî kêm du êrîşên gulebaranê qewimîne, di nav wan de yek di havîna 2021`an de çêbû ku 14 kes birîndar bûn.