"Divê Îraq dorpêça ku plana Tirkiyê ye, li ser Şengalê rake"

Endama Hizba Komînîst a Kurdistanê Çîmen Omer diyar kir ku erka partiyên Kurdî ew e ku ji bo parastina Êzidiyan, yek deng û yek helwest bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gef û zextên dawî yên Wezîrê Karên Derve ya Tirkiyê Hakan Fîdan û zêdebûna tevgerên leşkerî yên artêşa Îraqê li sînorê Şengalê, careke din metirsiya qirkirinê li ser Êzidiyan çêdike.

Endama Hizba Komînîst a Kurdistanê Çîmen Omer ku li Silêmaniyê dimîne derbarê rewşa Şengalê de axivî.

 

Çîmen Omer: Tirkiye dixwaze sînorê Şengalê bixe bin konrtola xwe

 

Çîmen Omer balkişand ser armanca êrîşên li ser Êzidiyan û wiha got:

"Êzidî berdêla cudahiyên xwe yên erdnîgarî û olî didin û ji bo hebûn û nasnameya xwe şer dikin.

Ev herêm ji bo Tirkiyê cihekî stratejîk e, lewma komployeke siyasî li dijî Kurdan bi kar tîne.

Tirkiyê dixwaze peywendiya di navbera Rojava û Başûr de qut bike, da ku pozîsyona Kurdan li herêmê lewaz bike.

Her wiha ev herêm sînorê bazirganiyê yê di navbera Tirkiye û Îraqê de ye ku dixwaze bixe bin kontrola xwe."

 

"Erka partiyên kurdî ye ku li dijî gefên êzidiyan bibin yek"

 

Têkildarî gefên hikûmeta Îraqê yên li ser Şengalê Çîmen Omer wiha axivî: 0

"Hikûmeta Îraqê Şengal dorpêç kiriye da ku sînor ji nû ve kontrol bike û Rêveberiya Xweser a Şengalê ku herêmê diparêze, bixe bin kontrola xwe.2

Ji ber vê yekê divê partiyên Kurd Êzidiyan wekî pêkhateyek resen ya herêmê biparêzin."

Çîmen Omer balkişand li ser jenosîdkirina Êzidiyan û bang li hikûmeta Îraqê kir ku komkujiya li ser Êzîdiyan wekî jenosîd nas bikin û dorpêça ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye plankirin rakin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye