Cenazeyê Osman Kiliç (Gûndî), xebatkarê çapemeniya azad û rêveberê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku di 12'ê Adarê de li Tiel a Holandayê jiyana xwe ji dest dabû, bi balafirê anîn Balafirgeha Amedê.
Cenazeyê wî ji aliyê malbata wî, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve hat pêşwazîkirin.
Darbesta Kiliç bi alake kesk û sor û zer ve, hat xemilandin. Darbest bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hat hilgirtin û ber bi navçeya ew lê jidayik bûye Misirc a Sêrtê ve, hat birêkirin.
Kiliç, dê li Misircê bê veşartin.
Osman Kiliç kî ye?
Kiliç, di sala 1968'an de li navçeya Misirc a Sêrtê ji dayik bû û ji salên 1990'î û vir ve, di nav xebatên çapemeniya azad de bû.
Ji ber ku di temenê ciwan de, neçar ma koçî Holandayê bike, ji nîvê salên 1990'î û pê ve ji bo weşanên çapemeniyê yên wekî Med TV û Medya TV xebitî.
Osman Kiliç ê ji ber nexweşiya penceşêrê ya pişikê zêdetirî du sal bûn dihate dermankirin, di 12'ê Adarê de li klînekeke bajarê Tîelê yê Holandayê jiyana xwe ji dest da.