Bi pêşengtiya DEM Partiyê, li Stenbolê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî vê sibê dest pê kir.
Ji Kurdistanê, Tirkiyê û gelek welatên cîhanê rewşenbîr û siyasetmedar tevlî konferansê bûn.
Îlham Ehmed beşdarî konferansê bû
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed bi vîdeokonferans beşdarî Konferansê bû.
Îlham Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo aştiyê kombûna we hemûyan girîng e û got:
"Li Tirkiyê aştî tê nîqaşkirin. Gelek girîng e.
Rola sereke ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê heye.
Tevî polîtîkaya tecrîdê jî ev gav avêt û dest bi xebatên aştiyê kir."
Îlham Ehmed got ku wê dixwest di vê konferansê de amade be.
Lê mixabin hê jî diyar e ku astengî heye û em bi hêvî ne ku ev astengî bên rakirin da ku pêvajoya aştiyê bi serkeve.
Îlham Ehmed: Qanûnên pêkvejiyanê divê bên avakirin
Îlham Ehmed bal kişand ser mijara Rojava û Sûriyê û wiha got:
"Em li Sûriyê dixwazin pêvajoyeke demokratîkbûyînê bi rê ve bibin.
Em dixwazin bi hemû pêkhateyan re Sûriyeke nû ava bikin.
Em dixwazin hemû pêkhate di çarçoveya qanûn û hiqûqî de bi hev re bijîn.
Aramiya di hundirê Sûriyê de tê wateya aramiya Tirkiyê jî. Aramî li vir dê bandoreke erênî li ser Tirkiyê jî bike."
Îlham Ehmed: Bandora fikrê Rêber Ocalan li ser sûriyê heye
Îlham Ehmed destnîşan kir ku Rêberê Damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan salên dirêj li Sûriyê maye û bandora wî li ser Sûriyê heye û got:
"Pêvajoya li Tirkiyê dest pê kir, bandora xwe li ser Rojava jî kir.
Bandora Hikûmeta Tirkiyê li ser hikûmeta Sûriyê heye.
Bi awayekî vekirî qenalên ku pêwendiya me bi Tirkiyê re datîne hene.
Divê rêber Abdullah Ocalan ne di zindanê û şertên tecrîdê de be, heke wisa be dê bandora xwe bêtir û bi leztir li ser aştiyê bike.
Gava aştî li van her du welatan hebe, di nava civaka Kurd, Tirk û Ereb de dê demokrasî û aramî pêk were."
Îlham Ehmed: Em dixwazin bi Tirkiyê re aştiyê nîqaş bikin
Îlham Ehmed da zanîn ku ew dixwazin danûstandinên di navbera Rojava û Tirkiyê de dest pê bikin û got:
"Em dixwazin rayedarên Tirkiyê li cem xwe bibînin û em xwe jî li Tirkiyê bibînin.
Em ne alîgirê şer û çekan e, em alîgirê aştiyê ne. Ji me re jiyana komunal a demokratîk lazim e.
Em ê ji niha ve bi israr bi vê biryardariya xwe ya aştî û demokrasiyê ve bimînin. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve."
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyê Îlham Ehmed bang li serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku ew bi hev re aştiyê li herêmê serwer bikin.