Mesûd Barzanî: Em amade ne ji her alî ve piştgiriya pêvajoyê bikin

Ji bo konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Stenbolê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ve hatiye destpê kirin. Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî, Serokê YNK`ê Bafil Talabanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyam şandin. Em bi hev re li peyamên wan guhdar bikin...

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Stenbolê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ve hatiye destpêkirin ji Başûrê Kurdistanê peyam hene.

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî ji konferansa Aştî û Civaka Demokratîk re peyam şand.

Di destpêka peyamê de Mesûd Barzanî bal kişand ser rewşa herêmê û got:

"Herêm di pêvajoyeke krîtîk de ye, hêvî dikim ku hemû gelên herêmê ji bo aştiyê tevlî pêvajoyê bibin."

Ji bo piştgiriya bi pêvajoyê re Mesûd Barzanî got ku ew amade ye ji her alî ve piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike.

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk spasiya Rêberê Damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan û Serokkomarê Tirkiyê RecepTayyîp Erdogan kir.

Bafil Talabanî: Hewceye em pêvajoyê bi zanebûn û bi wêrekî bidomînin

Serokê YNK`ê Bafil Talabanî ji bo konferansa Aştî û Civaka Demokratîk peyamek şand.

Bafil Talabanî di peyamê de got ku ew piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrastiyê tê avêtin.

Domdariya peyamê wiha ye:

"Divê em vê pêvajoyê bi wêrekî bidomînin.

Em, gelê Kurd in. Em li herêmeke ku demeke dirêj e pevçûn lê didomin dijîn.

Lewma jî ji bo li herêmên xwe jiyaneke hêja bijîn, hewceye em têbikoşin.

Em di qonaxeke nû de ne. Lewma jî biryarên em niha didin, dikare derfetên azadiyê ji bo pêşerojê ava bikin.

Îro jî bi hewldana nû ya Serok Ocalan re pêvajoyeke nû dest pê kir.

Li gorî pêvajoyê divê êdî bi rêbazên çareseriya demokratîk, bi rêya guftûgoyê pirsgirêk bên çareserkirin.

Em hemû gavên ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tên avêtin, diparêzin.

Hewceye em pêvajoyê bi zanebûn û bi wêrekî bidomînin."

Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo Konferansê peyamek şand.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Nêrîna Herêma Başûrê Kurdistanê, aştiyê armanc dike.

Ev tenê ji bo bêdengkirina çekan nîn e, li gorî me bi lihevkirineke ser bingeha hevqebûlkirinê dibe.

Em dizanin ku dawiyeke tundiyê nîn e.

Lê em dibînin ku niha ji bo aştiyê deriyek hatiye vekirin.

Avakirina aştiyê li vê derê dê bandorê li tevahiya herêmê bike.

Em dibêjin ku guftûgo dê destkeftiyên mezin bi xwe re bîne.

Herêma Başûrê Kurdistanê amade ye ku ji bo cîbicîkirina aramî û aştiyê rola xwe bilîze.

Ez spasiya her du aliyan dikim ku rewşeke aştiyane ava kirine.

Em Serok Ocalan pîroz dikin. Ji ber ku ji bo cîbicîkirina aştiyê û pêkvejiyanê ew îrade nîşan daye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye