Li gorî malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), îro li navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Kobanê di navbera Fermandarê Giştî yê (QSD) Mazlûm Ebdî û komeke partiyên Kurdî yên li bajarê Kobanê de bi rêya "zoomê" civînek hat lidarxistin.
Mazlûm Ebdî pêşketinên dawî yên derbarê pêkanîna peymana 29ˊê çileyê ya di navbera QSDˊê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de nirxand.
Her wiha li ser girîngtirîn pirsgirêk û pêşketinên di pêkanîna peymanê de rawestiya.
Fermandarê Giştî yê (QSD) destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê di hin waran de bi rêkûpêk berdewam dike, lê di hinên din de rastî astengiyan tê, lê ev yek bandorê li ser berdewama pêkanîna bendên peymanê nake.
Mazlûm Ebdî behsa mijara aştiya navxweyî û rêbazên xurtkirina wê kir ku aramiya civakî mîsoger dike û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên herêmê de diparêze.
Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin.
Di nêrînan de bal li ser pêwîstiya avakirina lêvegereke giştî li ser asta Kobanê hat kişandin ku nûnertiya tevahî beşên civakê bike.
Li kêleka wê jî beşdaran gelek pirsên derbarê rewşa bajarê Kobanê di çarçoveya peymanê û mekanîzmayên pêkanîna wê li ser erdê de kirin.