Bi navê “Zanista Navnetewî ya Jenosîda Kurd” di roja xwe ya duyemîn de, bi pêşkêşkirina çend panelên li ser rola wêje û medyayê di jenosîda Kurdan de û dayîna xelatan bidawî bû.
Beşdarên Konferansê balkişandin ser qirkirinên di dîrokê de li dijî gelê Kurd pêk hatine ku di nav wan de qirkirina Enfal, Helebçe, gelê Zîlan û Dêrsimê hene.
Ev komkujî ji aliyê dewletên dagirker ên Tirk û rejîma Bees a Iraqê ve li dijî gelê Kurd hatin kirin.
'Ji ber ku Kurd bûn li dijî wan ev komkujî pêk anîn'
Hate gotin ku van dewletan tenê ji ber ku Kurd bûn li dijî wan ev komkujî pêk anîn.
Xelat ji nivîskar û akademîsyen Dr. Mehmûd Zayîd, jina Êzidî ya ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûyî Îman Ebdullah, hunermend Serbest Ehmed û wênekêş Ekbe Muhsîn re hate dayîn.