Îlham Ehmed: Li dijî Kurdan şerekî qirkirinê hat ragihandin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed bertek nîşanî êrîşên li taxên Kurdan ên Helebê de û got: "Li dijî taxên Kurdan şerê qirkirinê hatiye ragihandin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îlham Ehmed bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê X’ê eşkere kir ku Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li dijî Kurdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şerekî tunekirinê îlan dike.

 Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve diyar kir ku piraniya niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê niştecihên Efrînê ne ku bi darê zorê hatine koçberkirin.

Îlham Ehmed da zanîn ku Kurd pabendî peymana 1`ê Nîsanê ne, lê Hikûmeta Veguhêz pêve girêdayî nemaye û wiha got: Tevî hewldanên yên berdewam ji bo hevdîtinan, Wezareta Parastinê diyalogê red dike."

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bang li Şamê kir ku berpirsiyariyên xwe yên derbarê tiştên diqewimin de bigire ser xwe, û rêya aqil û mentiqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê bişopîne, û ji rêbaza şer û şeran dûr bisekine.

Îlham Ehmed got: "Sûriyê ji şeran têra xwe êş kişandine, û em bang li Sûrî û ciwanên Sûrî dikin ku ji van rêyan dûr bisekinin, dengê rastiyê bilind bikin û şer red bikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye