QSD: Her du tax dibin dorpêça tam de ne

QSD’ê ragihand ku di encama êrîşên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li ser her du taxên Kurdan de 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 50 sivîl jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di encama êrişên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz yên li ser taxên Kurdan ên Helebê de 7 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.

Ji duh ve artêşa Sûriyê û komên çekdar bi dijwarî êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin.

QSDyê li ser rewşa dawî û bîlançoya êrîşan daxuyaniyek belav kir.

"7 sivîl hatin kuştin, 52 birîndar hene"

QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Li gorî amarên ne dawî, hejmara kesên ku di encama topbarana komên girêdayî hikûmeta Şamê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dejiyana xwe ji dest dane 7’ in û 52 kes jî birîndar bûn."

QSD’ê destnîşan kir ku topbaran li ser her du taxan berdewam dikin.

QSD’ê her wiha bal kişand ser rewşa mirovî ya xirab  diyar kir ku rê nayê dayîn pêdiviyên jiyanî derbasî taxan bibin.

QSDyê wiha got, "Di heman demê de, her du tax dibin dorpêça tam de ne.

Ew kom rê nadin ku xwarin, derman û kelûpelên sereke derbas bibin.

Ev yek rewşa mirovî xirabtir dike û jiyana bi hezaran sivîlan dixe metirsiyê."

Hêzên Sûriya Demokratîk hişyarî da ku amadekariya şerekî mezin tê kirin û bêdengiya navneteweyî rexne kir:

"Raporên meydanî nîşan didin ku zêdetirî 80 tank û wesayîtên leşkerî yên giran li derdora her du taxan hatine bicihkirin, ev yek wekî nîşaneyeke cidî ya dibe ku gurbûna şerekî berfireh tê dîtin û di demekê de ku bêdengiya navneteweyî berdewam dike, dibe sedema zêdebûna dilgiraniyan."

Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyê ragihandibû ku ji niha û pê ve hemû pêgehên leşkerî yên QSD’ê yên li wan taxan "hedefên leşkerî yên rewa" ne û ji xelkê xwestibû ku xwe ji baregehên QSDyê dûr bixin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye