Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir.
Di peyama de, KJAR'ê diyar kir ku Newroz her tim li dijî zilm û dîktatoriyê sembola berxwedanê bûye û di heman demê de nirxekî hevbeş ê gelên Mezopotamyayê ye.
Komelgeha Jinên Azad bi bîr xist ku Newroz bi rola xwe ya yekgirtin û bangkirina berxwedanê, cejna vejîna gelan e.
KJAR`ê di peyama xwe de da zanîn ku, herêma Rojhilata Navîn hîn jî di nava şer û pevçûnan de ye û Newroz dikare bibe destpêkeke ji bo avakirina eniyên berxwedaniyê li dijî her cure zilm û desthilatdariyê.
Her wiha Komelgehê ragihandin ku Newroz, ji mîtolojiya Kawayê Hesinkar heta îro, sembola rabûnê û serhildanê ye û li dijî hewldanên bêwatekirinê, her tim wateya xwe ya têkoşînê parastiye.
KJAR`ê bal kişand ser rola jinan di parastin û veguhestina çanda Newrozê de û got ku beşdariya wan her tim sembola berxwedanî û azadiyê ye.
Her wiha hat gotin ku peywendiya Newrozê bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî"re, dikare bibe bingeha pêşxistina têkoşîna jinên Îranê û avakirina yekîtiyê.
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê di dawiyê de, bang li jinên Îranê kir ku bi beşdariya xwe ya pêşeng li qadên têkoşînê û pêxistina agirê "Newroza Azadiyê" pêşeroja Îraneke azad û demokratîk ava bikin.