DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de fermana 74'an li ser gelê Êzidî pêk anî.
Di fermana Şengalê de bi hezaran Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetil kirin û bi hezaran êzîdî jî hatin dîlgirtin û çarenosa gelek ji wan heta niha ne diyare.
Herî zêde jî jin rastî kiryarên kirêt ên weke tundiya zayendî, tecawiz, êşkence û firotinê hatin.
Şehîdên fermana Şengalê her sal bi çalakiyên cur be cur tên bibîranîn.
Îsal Rêveberiya Xweser a Şengalê li sûka kevn a bajêr bi boneya 11'emîn salvegera komkujiya Şengalê çalakiya bîranînê pêk anî.
Cîgerê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm di çalakiyê de axivî û şehîdên fermanê bi bîr anî.
Bi saya gerîlayan, Êzidî ji qirkirinê rizgar bûn
Dexîl Îbrahîm diyar kir ku divê ew ji bîr nekin Êzîdî bi saya şervan û gerîlayan ji qirkirinê rizgar bûn û got: “Bi saya berxwedana wan em niha dikarin li ser axa xwe bîranîna şehîdên xwe çêbikin.”
Êzidî li şehîdên xwe xwedî derdikevin
Îbrahîm destnîşan kir ku Çalakiya wan li Şengala kevin hatiye destpêkirin û berdewam dike û ji her derê xelk berê xwe dide wir, li şehîdên xwe xwedî derdikevin û wiha axivî: "Gelek kes xêra şehîdên xwe tînin û bi rêya komîteya amadekar ev xêr li ser mêvanan tê belavkirin."
'Ji bo azad bijîn, em ê berxwedana xwe bidomînin'
Dexîl Îbrahîm bi bîrxist ku tevî 11 sal di ser feraman Şengalê re derbas bûne jî, lê hîn ti xwestekên civaka Êzidî nehatine bicihanîn.
Cigirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm di dawiyê de got: “Civaka Êzidî bi vîneke xurt li ber DAIŞ’ê sekinî û li ber xwe da.
Ji bo em bikaribin azad bijîn, emê berxwedana xwe bidomînin.”
Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdan mûm hatin pêxistin.