Li bajarê Qamişloyê Heyva Sor a Kurd der barê êrîşên çekdarên girêdayî Hikûmeta veguhêz a Sûriyê yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û dorpêça li dijî taxan de daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya avahiya navenda giştî ya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo hate dayîn.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
"Em wek rêxistineke mirovî, hedefgirtina sivîlan û navendên tenduristiyê, her wiha dorpêça li ser Şêxmeqsûdê bi tundî şermezar dikin.
Hedefgirtina nexweşxane û navendên tenduristiyê sûcên şer in.
Em ji bo parastina sivîl û navendên tenduristiyê li gorî zagonên navneteweyî, bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û aliyên peywendîdar dikin ku zextê li aliyê ku binpêkirinan dikin, bikin û demildest destwerdanê bikin."