Lezgin

Partiyên siyasî ji bo avakirina komîsyonê îro dicivin

reset font size increase font size

Serok wekîla DEM Partiyê Gulistan Koçyigit destnîşan kir ku Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bi rojeva avakirina komîsyonê partiyên siyasî vexwendiye TBMMê. 

Gulistan Koçyigit derbarê mijarên di rojevê de ne li Meclîsa Mezin a Millet ya Tirkiyê(TBMM) civînek çapemeniyê li dar xist.  Di civînê de şerê Rojhilata Navîn nirxand û da zanîn ku pewîste her kes ji bo aştiyê behtir berpirsiyarî bigre ser mile xwe.

Gulistan Koçyigit da zanîn ku ji bo komîsyona ku tê payîn li meclîsê were avakirin, Serokê TBMM Numan Kurtulmuş dê biçe sardana serokwekîlên komên partiyan û wiha got: “Cihê keyfxweşiyê ye ku hemû partî hatine vexwendin. Cihê keyfxweşiyê ye ku beriya Meclis navberê bide ev hewldan hatibe destpêkirin. Me jî ji bo komîsyonê pêşnûme amade kiriye. Yek ji daxwaza me ya herî sereke ew e ku ev komîsyon bi mutebeqeteke herî berfireh a civakî û siyasî were avakirin. Ya herî girîng jî ew e ku ji bo çarçoveya qanûnî ku birêz Ocalan her tim balê dikişîne ser, bibe pêşamadekariyek.”

``Komîsyonek teknîkî û demkî naxwazin``

Gulîstan Koçyigit bal kişand li ser pewîstiya şefaf bûna pevajoyê û da zanîn ku ew na xwazin komîsyon tenê demkî be, raporan binivîsê û teknîkî be.

Gulîstan Koçyigit diyarkir ku ew hêvî dikin komîsyonek çalak, xwedî însîyatîf ya karibe bi pêşniyar, hevdîtin û rojev avakirinê re pêşiya TBMM veke û meclîsê veguherînê zemîna aştiyê were avakirin.

Gulîstan Kiliç Koçyîgit da zanîn ku rexmî hemû hewldanên aştiyê çavek wan jî li girtigehanin û polîtîkayên dewletê yên li ser girtîgehan wek rojeva wan ya herî kaotîk û tarî pênase kir. Gulîstan Koçyîgit, binpêkirina mafan, mexdûriyeta girtiyên nexweş dijîn, bê hincet dereng xistina tehliyeyan bi bîr xist  û got: “Êdî em tevek bêzar bûne. Êdî bes e.”

 ``Abdullah Ocalan pêşiya pêvajoyê vekir``

Piştî hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 23’ê Cotmeha 2024’an ya bi biraziyê xwe Omer Ocalan re, Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kiribû ku ev ji bo pêşxistina aştî û çareseriyê amedeye berpirsiyarî bigre li ser milê xwe. Piştî vê daxuyaniyê Serokê MHP Devlet Bahçelî jî bang li Rêberê Gelê Kurd kir ji bo bikeve devrê. Di 27 Sibatê de Abdullah Ocalan bi rêya DEM Partiyê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir.

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd, PKK kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryarên têkoşîna çêkdarî bi dawî kirinê û ji hêla rêxistinî ve PKK fesix kirine girt. Rexmî van gavên ji hêla Tevgera Kurd ve hat avêtin jî heya niha ji bo aştî û çareseriye ti gavek şenber ji aliyê devletê ve nehatiye avêtin. Rêberê Gelê Kurd ji bo pêvajoyê di hevdîtinên xwe de tim ji bo avakirina zêmînek huquqî kiribû û destnîşan kiribû ku pewîste Meclîs bikeve devrê. Tê payîn ku bi avakirina vê komîsyonê ya li meclîsê re bingehek hiqûqî were avakirin.

Demhat Îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24