Li Şirnexê qeza: 11 kes birîndar bûn

Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha şirnexê ya Bakurê Kurdistanê mînîbus û otombîlek li hev ketin û di encamê de 11 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera gundê Roboskî û Kirorê de minîbus û otombîlek li hev qelibîn.

 

Di qezayê de 9 kesên ku di minîbusekê de û 2 kesên ku di otombîlê de birîndar bûn.

 

Hinek kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn û di wesayîtan de asê mabûn bi aîlkariya ekîban hatin derxistin.

 

Her wiha tîmên tenduristiyê birîndar, bi ambûlans rakirin nexweşxaneya dewletê ya Qilabanê,  birîna 2 kesan jî giran e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye