Rêveberiya Xweser ragihand ku pêdiviyên bijîşkî û pêdiviyên mirovî hatine amadekirin û niha ew li benda vekirina rêyek ewle ne, da ku ev alîkarî bigihêje gelê Siweydayê.
Berpirsên Rêveberiyê diyar dikin ku heger ev alîkarî zû bigihêje, ew amade ne careke din alîkariyê bişînin.
Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku dosyaya mirovî ji pirsên siyasî bê cudakirin û eşkere kir ku ew niha bi saziyên navneteweyî re di nav têkiliyê de ne da ku ev alîkarî bigihê Siweydayê.
Ji 13`ê tîrmehê, şer û pevçûn di navbera hêzên girêdayî Hikûmeta Demikî ya Sûriyeyê û Hêzên Durzî de derket û piştî hefteyekê agirbest hat ragihandin, li gor NY ev şer bû sedem ku zêdetirî 128 hezar kes ji şêniyên Siweydayê koçber bibin.