Zirgan ji ber şer ji sedî 50`î heta 60`î wêran bûye.
Cîgirê hevserokê Meclisa Bajarokê Zirganê Ehmed Neimî, da zanîn ku 82 gund girêdayî Zirganê ne.
Ji wan 55 gund girêdayî Meclisa Zirganê ne û 27 jî di bin serweriya dewleta Tirk û komên girêdayî wê de ne.
Ehmed Neimî, anî ziman ku meclisê berpirsiyariya koçberên ku vedigerin gundên xwe rakiriye û wiha axivî:
"Meclis bi aliyên têkildar re dixebite da ku koçber vegerin gundên xwe.
Mayîn têne rakirin, lê hîna jiyana xelkê di xetereyê de ye û herêm ji mayînan nehatiye paqijkirin."
Neimî, diyar kir ku meclis hewl dide ku pirsgirêkên xizmetguzariyê çareser bike.
Ehmed Neimî got ku koçber nikarin vegerin gundên xwe yên di bin serweriya dewleta Tirk û komên wê de ne, ji ber ku aramî û ewlehî tune ne.