Şêwirmendê yasayî yê komîsyonê, Hesen Selman, di daxuyaniyek çapemeniyê de got: "Hejmara namzedên ku ji piştî hilbijartinan heta niha hatine derxistin gihîştiye nêzîkî 6 kesan".
Hesen Selman destnîşan kir ku "doza dawî ya derxistinê ji ber îtîrazek li dijî mafdariya yek ji namzedan çêbûye, ku bû sedema serkeftina îtîrazê."
Şêwirmendê yasayî yê komîsyonê, ev yek jî anî ziman ku: "her referans an îtîrazek ku Komîsyonê berî pejirandina dawî ji hêla Dadgeha Federal ve wergirtiye, dê ji hêla Komîteya Komîseran ve were lêkolînkirin û di derbarê wê de dê biryara pêwîst were dayîn."