Hunermendê bi nav û bang Ahmet Kaya di salvegera 25'emîn ya wefata xwe li ser gora wî ya li Goristana Parîs Pére Lachaise hat bibîranîn.
Bîranîn bi pêşengiya TEV-ÇAND Fransayê ve hat organîzekirin û gelek heskiriyên hûnermend jî di bîranînê de amede bûn.
Heskiriyên wî stranên hûnermendê Kurd li ser gora wî xwendin û li tembûrê xistin.
Ahmet Kaya bi stranên xwe hewl da bibe dengê gelê xwe. Gelek berhemên wî bû çavkaniya moralê û hêj jî li ser zimanane û bi çoş tê gotin.
Ahmet Kaya piştî ku di şeva xelatê de behsa Kurd û Kurdistanê kir rastî êrîşeke pir alî hat û mecbûr ma ku koçî Ewrupa bike. Li wir bi hesreta welatê xwe koça dawî kir.