PJAK`ê daxwaza zelalkirina sedema derxistina navê wê ji "Kongreya Azadiya Îranê" kir

PJAK’ê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî vexwendina fermî ya ji aliyê Komîteya Rêveber a "Kongreya Azadiya Îranê" ve, navê wan ji lîsteya beşdaran hatiye derxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku dê di 28-29'ê Adarê de "Kongreya Azadiya Îranê" li Londonê were lidarxistin.

 

Pilan bû ku hemû endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ku ji 6 partiyan pêk tê, di kongreya de amade bin, ji wan jî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK).

 

Lê paşê hat diyarkirin ku navê PJAK`ê ji lîsteya vexwendinê hatiye derxistin.

 

PJAK daxwaza zelalkirinê ji van Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) û Partiya Komeleya Kurdistan a Îranê kir ku tê îdiakirin ku di derxistina navê wan de roleke neyînî lîstine.

 

 

 

'Tevî diyalogên erênî jî em hatin dûrxistin'

 

 

 

PJAK`ê, di daxuyaniya xwe de got:

 

Di hefteyên dawî de me bi organîzatorên Kongreyê re civînek hevbeş lidar xist, ku bû sedema diyalogek avaker.

 

Di vê nîqaşê de, me bi wan re li ser nêrîn, bername û projeyên siyasî yên PJAK’ê nîqaş kir û nêrîn ji aliyê din ve jî bi awayekî erênî hatin nirxandin.

 

Bêyî ku em şêwir bikin û bêyî ku em agahdar bin, me bi awayekî ecêb şahidiya ragihandina damezrandina saziyek bi navê Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê kir, ku li ser malpera fermî ya Kongreyê hate weşandin.

 

Ev kiryar ne tenê ji hêla siyasî ve bêkêr bû, lê bi eşkereyî berevajî prensîbên îlankirî yên Kongreyê bû.

 

 

 

'Di pêvajoya derxistina PJAK’ê de destekî veşartî heye'

 

 

 

Li gorî lêkolîn û agahiyên hatine bidestxistin, rûniştina dengdanê di Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê de bi awayekî qeyûmane hatiye lidarxistin û di encamê de, di heman demê de mafê PJAK’ê yê beşdarbûna vê kongreyê hatiye binpêkirin.

 

Kesên ku me bi wan re civînên hevbeş lidar xistine, hîn jî xwedî niyeteke başin û bi xwe jî diyar kirine ku di pêvajoya derxistina PJAK’ê de destekî veşartî hebûye.

 

Li gorî agahiyên ji hindirê Encûmenê hatine bidestxistin, hatiye îdiakirin ku du partiyên din yên Kurd ên di kongreyê de amade bûn, Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê ( PDK-Î) û Partiya Komeleya Kurdistan a Îranê, di pêvajoya derxistina navê PJAK’ê de rol leyîstine.

 

Em bi awayeke zelal û eşkere dibêjin:

 

``Her cûre jêbirin, rakirin, bêserûberî û ferzkirina Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê ti hinceteke qebûlkirî tune ye û bi awayeke zelal û berçav li dijî sernav û propagandaya ‘Kongreya Azadiya Îranê’ ye.

 

Em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), li bendê ne ku bersivên zelal, eşkere û berpirsiyarane ji bo pirsên ku me raber kirine, werin dayîn.``

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye