Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jin di 15 salên şoreşê de, xwe di hemû qadên civakê wekî qadên leşkerî, civakî û siyasî de, rêxistin kir.
Lê bi guhertina rejîmê û hatina desthilata Hikûmeta Veguhêz re, rêxistinbûna jinan ketiye xeteriyê, ji ber ku ev hikûmet naxwaze jin di hemû beşên civakê de hebe.
Endama Komîteya Entegrasyonê li parêzgeha Hesekê Jiyan Hesen, li ser hevdîtinên ku bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re tên kirin, nirxandin kir.
Jiyan Hesen dest nîşan kir ku hikûmeta veguhêz hewl dide ku, Sûriyê li ser modêla Efxanistanê bi rê ve bibe, û wiha got:
Jiyan Hesen: Divê Wezareta Jinan li Sûriyê were avakirin
Jiyan Hesen diyar kir ku li Sûriyê hikûmet ji 23 wezaretan pêk tê, divê yek ji wan jî wezareta jinan be.
Endama Komîteya Entegrasyonê Jiyan Hesen diyar kir ku, divê jinên Sûriyê cihê xwe di hemû wezaretan de bigirin.
Jiyan Hesen eşkere kir ku, divê di destûra Sûriyê de mafên jinan were dayîn, û nûnerên jin di parlamento û rêvebirina dewletê de hebin, û wiha lê zêde kir:
Jiyan Hesen: Bêyî jinan krîza Sûriyê çareser nabe
Di berdewamiya axaftina xwe de, jiyan Hesen diyar kir ku ew ê her tim ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin û got:
"Em ê têbikoşin heyanî ku jin bigihîjin mafên xwe.
Ji bo ku destkeftiyên jinan werin parastin, divê di destûra Sûriyê de mafê jinê were dayîn.
Ew hêza jin heye ku Sûriyê biguherîne û pêşbixîne."
Di dawiyê de, Endama Komîteya Entegrasyonê li parêzgeha Hesekê Jiyan Hesen got ku, eger jin cihê xwe di biryardayînê de negirin, wê krîza Sûriyê çareser nebe.