Malbata girtiyê Kurd Nasir Bekirzade yê 26 salî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye û ji aliyê Dadgeha Bilind ve cezayê wî hatiye erêkirin, banga piştgiriyê li raya giştî kir.
Dayik û bavê Bekirzade bi vîdeoyekê bertekeke tund nîşanî biryara darvekirinê dan û xwestin ku înfaza cezayê mirinê, demildest bê rawestandin.
Malbata Nasir Bekirzade banga rawestandina darvekirina wî kir
Malbatê di peyama xwe de bal kişand ser bêhiqûqiya pêvajoya darizandinê û wiha got:
“Nasir ti sûc nekiriye. Heke kurê min tiştek kiribûya, çima cezayê wî 2 caran hat betalkirin?”
Nasir Bekirzade ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê tê ragirtin, bi îdiaya “ji bo Îsraîlê sîxurî kiriye” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Ev cezayê ku li Bekirzade hatibû birîn, berê 2 caran hatibû betalkirin.
Lê belê di meha Çileyê de, di encama darizandina ji nû ve ya ji aliyê Şaxa 2'yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve, bi heman sûcdariyê careke din biryara darvekirinê hat dayîn.