Di lêpirsîna Gulîstan Dokûyê de 2 xebatkarên nexweşxaneyê hatin berdan

Di çarçoveya dosyeya Gulistan Dokûyê de, 2 xebatkarên nexweşxaneya dewletê ya Dêrismê, serbest hatin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Herdu xebatkar, Burçin Yerli-kaya û Yucel Erdem, piştî îfadeyan, sewqî Edliyeya Dêrsimê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve, bi şertê kontrola edlî, hatin berdan.

Di heman dosyayê de, midûrê berê yê Emniyeta Dêrsimê Yilmaz Delen ku niha Midûrê Emniyeta Yalovayê ye, wekî şahid îfade da.

Serdozgeriya Komarê ya Erziromê, wekî şahid gazî midûrê berê yê Emniyeta Dêrsimê Yilmaz Delen kir.

Îfadeya Delen nêzî 4 saetan dewam kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye