25 ciwanên ku li Lîbyayê girtîbûn vegeriyan Başûrê Kurdistanê

25 ciwanên Kurd ên ku li LÎbyayê girtîbûn, vegerîyan Başûrê Kurdistanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev ciwanên Kurd dema xwestibûn di ser Lîbyayê re koçberî Ewropayê bibin, li Lîbyayê hatibûn girtin.

Her 25 Ciwan zêdetirî 50 rojî di girtîgehê de dihatin ragirtin.

Li gorî agahiyan piştî ku ciwanên Kurd hatine berdan û vê sibehê bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê vegeriyan Herêma Başûrê Kurdistanê.

Rojnamevan Renc Pişderî eşkere kir ku 600 ciwanên Kurd di rêwitiya Koçberiya Ewropayê de li Lîbyayê hatine girtin.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna derfetên kar û nebûna xizmetguzariyan, salane bi hezaran ciwan koçberî welatên Ewropayê dibin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24