Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî derbarê mijarê de diyar kir ku rêkeftin piştî hevdîtina li Qahîreyê ya di navbera Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Rêveberê Giştî yê IAEA`yê Rafael Grossi de pêk hatiye.
Îranê ragihand ku ji bo hevkariyê bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re gihîştiye çarçoveyek nû.
Piştî êrişên Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di Hezîrana borî de li dijî Îranê, danûstandinên bi IAEA`yê rawestiyabûn.
Îsmaîl Beqayî da zanîn ku Îran û IAEA`yê derbarê rêbazên danûstandinê de di van şert û mercan de li hev kir.
Misirê jî ev gav bi erênî nirxand û wek hêviyekê bi nav kir û got: "Wê ev rê li pêşiya berdewamkirina danûstandinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê bi sponseriya NY`yê, veke."