Şeybanî: Çareserî di peymana 10'ê Adarê de ye

Wezîrê karên Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî got:" Ehmed Şera dixwaze Hêzên Sûriya Demokratîk bibe beşek yekgirtî ji pêşeroja Sûriyê."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Esed el-Şeybanî di hevpeyvînekê de li gel televîzyona Sûrî El-Ixbariye axivî û da zanîn ku çareserî di peymana 10'ê Adarê de ye.

Şeybanî diyar kir ku hevkariya di navbera dewlet û QSD'ê de pêwîstiyeke ku divê di zûtirîn dem de pêk were.

Di 7'ê Cotmehê de, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Wezîrê Parastinê ya Suriyê Merhef Ebû Qesra, li Şamê bi Fermandarê QSD'ê Mezlûm Ebdî re civiya.

Li wir her du alîyan li ser agirbesteke berfireh li hemû eniyên şer û xalên bicihbûna leşkerî li bakur û bakur-rojhilatê Sûriyê li hev kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye