Li dijî cezayên girtîgehê yên ku digihêjin 44 salan ku ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a yekemîn a Agiriyê ve hatine dayîn, rêxistinên bajêr yên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çalakiyek nerazîbûnê li dar xistin.
Girse li ber avahiya DEM Partiyê kom bû û bi dirûşmeyên "Zext nikare me bitirsîne" meşiyan.
Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Mehmet Ûmût Dogrûer daxuyanî xwend.
Di daxuyaniye de hat destnîşankirin ku ev ceza biryareke siyasî ye û hewldaneke ji bo bêdengkirina daxwaza aştiyê.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ne bi cezayan lê bi diyalogê rêya aştiyê vedibe.