Qeyûmê berê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak hat binçavkirin

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê şaredar Şeref Albayrak jî di nav de 50 kesên endamê AKPê ji ber gendeliyê hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Operasyona binçavkirinê 24`ê nîsanê ji ber sedemên avakirina rêxistina sûc’ û ‘gendeliyê’ li navçeyê dest pê kir.

Heta niha 50 kes hatibûn binçavkirin.

Di nava wan kesên ku hatine binçavkirin de, qeyûmê berê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak ku niha jî şaredarê AKPê ye heye.

Îfadeyên van 50 kesên binçavkirî li midûriyeta polîsan hat girtin.

Ji 50 gumanbaran 4 kes, piştî girtina îfadeyên wan bi fermana dozgeriyê serbest hatin berdan.

46 kesên mayî ku Şeref Albayrak jî di nav de ye, ji Midûriyeta Polîsan ber bi Edliyeya Bêrecûgê ve hatin veguhestin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye