Li Sûdanê di qezayeke balafirê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Li nêzî Cûbayê, ya paytexta Sûdana Başûr, di encama qezaya balafirekê de, tevî pîlot 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûdanê di qezayekê de,14 kesan jiyana xwe ji dast da.

Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûdana Başûr, di daxuyaniyekê de ragihand ku balafira Cessna di saet 7:15`an de ji Balafirgeha Navneteweyî ya Cûbayê rabû û bi qasî 20 kîlometreyan dûrî paytextê ket xwarê.

Li gorî daxuyaniyê, li ser vê balafirê tevî pîlot 14 kes hebûn û ti kes ji wan rizagar nebûye.

Li gorî agahiyan, tevî pîlot, di balafirê de 12 kes ji Sûdana Başûr û 2 kes jî ji Kenyayê hebûn.

Endamekî tîma rizgarkirinê ya Netewên Yekbûyî, çûbû cihê bûyerê, da zanîn ku hemû cenaze bi qasî şewitîbûn, hema bêje kes nedihat naskirin.

Desteya Hewayî ya sîvîl jî, da zanîn ku raporên destpêkê nîşan didin ku sedema qezayê "şert û mercên hewayê yên xirab" bûn.

Piraniya qezayên balafiran ji ber giraniya bar, an ji ber ne başbûna şert û mercên hewayî pêk tên.

Di sala 2015an de, di qezayeke balafirê de, li Cûbayê 36 kes mirin.

Û di sala 2021an de, di qezayeke balafirê de ku sotemenî ji bo Bernameya Xwarinê ya Cîhanê dibir, 5 kes mirin.

Her wiha di çileya 2025an de, li bakurê Sûdana Başûr di qezayeke balafirê de 20 kes mirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye