Piştî ku Amerîkayê keştiyeke barhilgir a Îranî desteser kir û trafîka di Tengava Hurmizê re bi piranî rawestiya, nirxê petrolê roja duşemê zêdetirî 5 ji sedî bilind bû.
Bihayê petrola Brentê bi 5.08 dolarî yan jî ji sedî 5.62 zêde bû, û heta saet 5:19'ê êvarê gihîşt 95.46 dolarî ji bo her bermîlekê.
Bihayê petrola West Texas a Amerîkî gihîşt 88.89 dolarî ji bo her bermîlekê, ku bi 5.04 dolarî yan jî ji sedî 6.01 zêde bûye.
Piştî şerê 40 rojî di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de, agirbesteke du hefteyî di 8`ê Nîsanê de ji bo lidarxistina dan û standinan, hat ragihandin.
Li gorî dema ku hetiye destnîşan kirin, agirbest di roja çarşemê de, 22'yê Nîsanê, wê bi dawî bibe.