Di çarçoveya temamkirina proseya entegrekirina saziyan a li gorî bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê de, şandeyek Hikûmeta Veguhêz serdana girtîgeha Dêrikê kir.
Şande bi serpereştiya rêveberiya girtîgehan a hikûmetê Ziyad Ebû Ras, serdana girtîgeha navendî ya Dêrikê kir.
Rêveberiya Girtîgehê bi serokatiya Arîn Ekrem şande pêşwazî kir.
Piştre, şande li hundirê girtîgehê geriya, rewşa wê ya giştî şopand û piştre şande vegeriya.
Rêveberiya Kobanê bi dîlgirtiyên ku berê hatibûn berdan re civiya
Ji aliyekî din ve, li Kobanê di çarçoveya şopandina rewşa dîlgirtiyan, dabînkirina pêdiviyên wan û rêbazên pêşkêşkirina desteka guncaw de, Rêveberiya Kobanê civînek bi 22 dîlgirtiyên ku hatine berdan re, li Pakra Ronîwar a bajêr li dar xist.
Di civînê de hevserokê Rêveberiya Kobanê Ferhan Hec Îsa axivî.
Ferhan Hec Îsa got: "Li gorî pîvan û qanûnên şer, divê di aliyên fizîkî û derûnî de êşkence li dîlgirtiyan neyê kirin.
Lê em îro bi we serbilind in, ji ber ku hûn di nava me de ne.
Hêviya me ew e, ku hevalên we yên mayî jî werin berdan û vegerin hembêzên dê û bavên xwe.
Wê sekn û vîna we di dîrokê de were nivîsandin, ku werçerxeke ji werçerxên gelê me yê Kurd tê re derbas bûye."
Di heman demê de li ser navê dîlgirtiyan, şervanê bi navê Ferhad Kobanê axivî û got:
"Wan însanetî nas nekirine, lê me hinekî bi wan da naskirin ku însanetî çi ye.
Ji ber nenasbûna wan ji însanetiyê re, hejmarek ji hevalên li kêleka me şehîd bûn.
Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin, û xwedî li esîrên xwe, xwedî li gelê xwe û xwedî li şehîdên xwe jî derkevin.
An ku çi dibe bila bibe û çi êrîş bi ser me de tê jî bila were, em dev ji gel û hevalên xwe bernadin."
Di dema êrîşên li ser herêmên Rojava de, gelek kes ji aliyê komên hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatin dîlgirtin.
Her wiha di çarçoveya bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê de heta niha 3 komên dîlgirtiyan bi hejmara 800 kesî hatine berdan.