Tevî agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de, li Îraqê dilgiraniya ewlehiyê didome.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro di hişyariyeke fermî de, tekez kir ku metirsiyên li qada asmanî û sînorên bejayî yên Îraqê di asta herî jor de ne.
Di daxuyaniya balyozxaneyê de, hat diyarkirin ku komên çekdar ên derqanûnî yên li Îraqê amadekariya êrîşan dikin.
Li gorî daxuyaniyê ew komên çekdar plan dikin ku êrîşî cihên Amerîkayê yên li seranserê Îraqê û Başûrê Kurdistanê bikin.
"Qada asmanî vebû lê metirsî bi dawî nebûne"
Di pêvajoya agirbesta du hefteyî de ku 8`ê Nîsanê dest pê kiribû, qada asmanî ya Îraqê careke din ji bo çûn û hatinên sivîlan hatibû vekirin.
Lê belê Balyozxaneya Amerîkayê bi bîr xist ku ev yek nayê wateya ewlehiyê û ev hişyarî da:
"Ew welatiyên me yên ku difikirin bi rêya asmanî di ser Îraqê re geştê bikin, divê metirsiya mûşek û dronan bi cidî wergirin."
"Neyên balyozxaneyê, e-nameyan bişînin"
Balyozxaneyê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê ji welatiyên xwe xwest ku bi xwe neçin avahiya Balyozxaneya Bexdayê yan jî Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê.
Hat pêşniyarkirin ku ew welatiyên hewcedariya wan bi alîkariya lezgîn heye, tenê bi rêya e-nameyan pêwendiyê bi nûnertiyên dîplomatîk re deynin.
Her wiha hat ragihandin ku tevî biryarên derxistinê, hinek karmendên dîplomatîk ji bo pêşkêşkirina xizmetan ji welatiyan re li welêt mane.